Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 987 kesên din peyda bûye. 17 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 763an. Her weha hezar û 21 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 49 hezar û 190 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 500 hezar û 890 kesan çêkirine. 174 hezar û 23 kes nexweş ketine. 4 hezar û 763 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 643 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 266, ya nexweşên baş bûye 147 hezar û 860e. (EKN/AY/FD)