Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 993 kesên din peyda bûye. 18 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 729an. Her weha 3 hezar û 218 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 37 hezar û 225 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 415 hezar û 179 kesan çêkirine. 172 hezar û 114 kes nexweş ketine. 4 hezar û 729 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 642 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 281, ya nexweşên baş bûye 144 hezar û 598e. (EKN/AY/FD)