Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 914 kesên din peyda bûye. 23 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 692an. Her weha 2 hezar û 647 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 35 hezar û 335 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 338 hezar û 593 kesan çêkirine. 170 hezar û 132 kes nexweş ketine. 4 hezar û 692 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 613 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 274, ya nexweşên baş bûye 137 hezar û 969e. (RT/AY/FD)