Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 988 kesên din peyda bûye. 21 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 630an. Her weha 926 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 54 hezar û 234 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 209 hezar û 583 kesan çêkirine. 167 hezar û 410 kes nexweş ketine. 4 hezar û 630 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 602 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 265, ya nexweşên baş bûye 131 hezar û 778e. (EKN/AY/FD)