Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahiyê rojane yê derbarê Covîd-19ê de eşkere kiriye û weha nivîsandiye:
Kocayî diyar kiriye, ji nexweşan sedî 70 baş bûne û gotiye, di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 704 kesên din hatiye dîtin. 53 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 894an. Her weha 3 hezar û 109 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 37 hezar û 351 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 440 hezar û 671 kesan çêkirine. 141 hezar û 475 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 045 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 576, ya nexweşên baş bûne 98 hezar û 899 e. (EKN/AY/FD)