Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 1 hezar û 614 kesên din hatiye dîtin. 64 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 461an. Her weha 5 hezar û 015 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 35 hezar û 771 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo milyon û 171 hezar û 138 kesan çêkirine. 127 hezar û 659 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 384 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 727, ya nexweşên baş bûne 68 hezar û 166 e. (EKN/AY/FD)