Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 131 kesên din hatiye dîtin. 95 kesên din mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 900an. Her weha 4 hezar û 651 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 20 hezar û 143 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 918 hezar û 885 kesan çêkirine. 112 hezar û 261 kes nexweş ketine.
Dermankirina hezar û 736 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 882, ya nexweşên baş bûne 33 hezar û 791 e. (EKN/AY/FD)