Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê “‘Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" li ser malpera xwe weşandiye. Li gorî vê tabloyê, duh li 4 hezar û 611 kesên din nexweşiya Covîd-19ê hatiye dîtin. 119 kes ji ber Covîd-19ê mirine.
Li gorî van daneyan heta niha testa 713 hezar û 409 kesan hatiye çêkirin. Hejmara pêketiyan gihiştiye 95 hezar û 591ê. Hejmara miriyan gihiştiye 2 hezar û 259an. Hejmara nexweşên ku di beşa nexweşiyên giran de ne bi giştî 1865 e. Yên girêdayî ventîlatorê jî bi giştî 1006 in, heta niha 14 hezar û 918 nexweş baş bûne.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: "Dane ji me re vê dibêjin; 'bê hêvî nebin, xwe nespêrin rehawetê'. Ev herdu ji vîrusê xetertir in. Bi pêdagîrî pabendê rênimayan bin. Temas, mesafe, îzolasyon." (EKN/FD)