Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Kocayî gotîye, 12 kesên nû bi vîrûsê ketîne û hejmara berketîyan gihîştiye 18 kesan.
Wezîr Kocayî derbarê vîrûsa Covid-19ê da gotiye, heta niha hejmara berketîyên vîrûsê 18 ye.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandîye, 12 kesên din bi vîrusa Covid-19ê ketine û 2 kes ji wan 12 kesên ku îro encama testa wan pozitîv derketiye, têkiliya wan bi yekemîn berketîyên vîrusa Covid-19ê ra li Tirkiyeyê hebûye.
Wezîr Kocayî diyar kirîye ji 12 kesên nû bi vîrûsa Covid-19ê ketîye,2 jê derdorê nexweşê yekem in, 7 ji Amerîkayê û 3 jî ji Ewropayê hatine.
Roja 10ê Adarê yekemin berketê vîrûsa Covid-19ê li Tirkiyeyê hatibû ragihandin. (DB/AY/FD)