Fotograf: Esra Bîlgîn
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê aşkere kiriye, rêjeya Endeksa Buhayên Serfkar (TUFE) di meha Çiriya Pêşiyê de di nava mehekê de ji sedî 2,39 zêde bûye û rêjeya Endeksa Buhayê Hilberîner ya Nevxweyî jî ji sedî 5,24 bilind bûye.
Rêjeya enflasyona salane di buhayê serfkar de bûye ji sedî 19,89 û di buhayê hiberîner de bûye ji sedî 46,31.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê ji meha Çiriya Pêşiyê pê ve li gorî hesabkirina 12 mehan buhayên serfkaran ji sedî 17,09 û yên hilberîneran ji sedî 36,2 zêde bûye.
Rêjeyên Guherîna Salane ya TUFEyê, Çiriya Pêşiyê 2021
Zêdebûna salane ya herî kêm di koma ragihandinê de pêk hatiye. Ew jî ji sedî 5,29 bûye. Komên din ên sereke yên xwedî zêdebûna kêm li gorî heman meha sala borî vexwarinên alkolê û tûtin e. Ew jî ji sedî 7,88 e. Cil û berg bi rêjeya ji sedî 8,08 û şahî û çand ji sedî 13,12 ne.
Di enflasyona salane de herî zêde bi rêjeya %27.41 bihayên xwerak û alkolê zêde bûne. Piştî wan jî bi rêjeya %25.23 bihayên restorant û otelan zêde bûne. Di rêza sêyem de jî bi rêjeya %23.03 bihayê kelûpelên malan zêde bûye. Enflasyona herî kêm jî bi rêjeya %5.29 di pêwendîkirinê de çê bûye.
Mehane herî zêde rêjeya cil û berg û pêlavan zêde bûye
Di enflasyona mehane de jî herî kêm bi rêjeya %0.17 bihayê perwerde û %0.51 bihayê sektorên kêfxweşî, çand û pêwendîkirinê de çêbûye. Herwiha di enflasyona mehane de enflasyona herî bilind bir rêjeya %7.56 di cilûbergan de bûye. Vexwarinên bi alkol û tûtin ji sedî 5,97 û veguhestin ji sedî 2,43 bû.
Ji 415 maddeyan 331î zem girtine
Di meha Çiriya Pêşiya 2021an de, ji 415 maddeyên ku di endeksê de hatine girtin, bihayê navînî yê 46 maddeyan kêm bûye, lê bihayê navînî yê 38 maddeyan neguherîye. Bihayên 331 maddeyan jî zêde bûye.(HA/AY)