Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) îstatîstîkên derbarê mirinê û sedemên mirinê yên sala 2022yan eşkere kirine.
Di sala 2021ê da li seranserê welêt 566 hezar û 485 kes miribûn û di sala 2022an da jî hejmar ji sedî 10,9 daketiye. Li gorî van daneyan, di sala 2022yan de 504 hezar û 839 kes mirine. Ji kesên mirin ji sedî 54,6ên wan mêr û ji sedî 45,4ên wan jî jin in. Di encama îstatîstîkan da jî xuya dibe ku sala par mêr li gorî jinan zêdetir mirine.
Rêjeya mirina giştî ku li gor hezar kesî tê îfadekirin jî di sala 2021ê da ji hezarî 6,7 bû û di sala 2022yan da daketiye û bûye ji hezarî 5,9.
Di sala 2022yan da leza mirina giştî li Sînopê ji hezarî 11,7, li Kastamonuyê ji hezarî 11,2, li Edîrneyê ji hezarî 10,3 û li Kirklareliyê jî ji hezarî 10,2 bû.
Leza mirina giştî herî kêm jî li Şirnexê ji hezarî 2,4, li Colemêrgê ji hezarî 2,5, li Wanê ji hezarî 2,9 û li Êlihê ji hezarî 3 bû.
Rêjeya mirina pitikan kêm bû
Di sala 2021an da 10 hezar û 89 pitik miribûn û di sala 2022yan de jî hejmara pitikên mirine bûye 9 hezar û 522.
Leza mirina giştî ya ku li gor hezar pitikî tê îfadekirin jî di sala 2021an da ji hezarî 9,3 bû û di sala 2022yan da daketiye û bûye ji hezarî 9,2. Yanî ji hezar pitikên nûbûyî 9,2yê wan mirine. (FD)
*Çavkanî - Fotograf: AA