Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 86 kesên din peyda bûye. 16 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 241an. Her weha 2 hezar û 315 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 52 hezar û 193 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 682 hezar û 673 kesan çêkirine. 206 hezar û 844 kes nexweş ketine. 5 hezar û 241 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 130 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 395, ya nexweşên baş bûye 182 hezar û 995e. (EKN/AY/FD)