Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 356 kesên din peyda bûye. 15 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 97an. Her weha hezar û 413 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 48 hezar û 309 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 280 hezar û 144 kesan çêkirine. 197 hezar û 239 kes nexweş ketine. 5 hezar û 97 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 996 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 381, ya nexweşên baş bûye 170 hezar û 595e. (RT/AY/FD)