Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 192 kesên din peyda bûye. 23 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 950an. Her weha hezar û 412 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 40 hezar û 496 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 945 hezar û 240 kesan çêkirine. 187 hezar û 685 kes nexweş ketine. 4 hezar û 950 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 803 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 327, ya nexweşên baş bûye 160 hezar û 240e. (RT/AY/FD)