Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 192 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 150an. Her weha 2 hezar û 311 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 52 hezar û 313 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 433 hezar û 963 kesan çêkirine. 201 hezar û 98 kes nexweş ketine. 5 hezar û 150 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 35 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 362, ya nexweşên baş bûye 175 hezar û 422e. (EKN/AY/FD)