Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 148 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 225an. Her weha hezar û 188 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 46 hezar û 414 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 630 hezar û 480 kesan çêkirine. 205 hezar û 758 kes nexweş ketine. 5 hezar û 225 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 127 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 392, ya nexweşên baş bûye 180 hezar û 680e. (RT/AY/FD)