Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 212 kesên din peyda bûye. 24 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 974an. Her weha hezar û 293 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 41 hezar û 413 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 2 milyon û 986 hezar û 653 kesan çêkirine. 188 hezar û 897 kes nexweş ketine. 4 hezar û 974 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina 846 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 345, ya nexweşên baş bûye 161 hezar û 533e. (EKN/AY/FD)