Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkîbitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 902 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 545an. Her weha hezar û 203 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 43 hezar û 404 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 403 hezar û 31 kesan çêkirine. 222 hezar û 402 kes nexweş ketine. 5 hezar û 545 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 244 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 381, ya nexweşên baş bûye 205 hezar û 214e.(EKN/AY/FD)