Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî bersiv da pirsnameya Parlementerê CHPê Tanrikulu û got ku li Tirkiyeyê 137 stargehên jinan hene û li 49 bajaran jî ŞONIMan faliyetan pêk tînin.
Li gorî vê yekê;
*Heta meha Tebaxa borî li Tirkiyeyê bi tevahî 137 sitargehên jinan hene. Ji wan sitargehan 101 girêdayê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ne, 32 girêdayê rêveberiyên herêman in û 4 jî girêdayê saziyên sivîl in.
*Heta meha Îlona borî li Tirkiyeyê 49 bajarên Tirkiyeyê Navendên Çavdêriya Li Dijî Tundî (ŞONIM) hene. (Edene, Enqere , Antalya, Bursa, Denizli, Amed, Dîlok, Stenbol, Izmir, Meletî, Mersin, Samsun, Riha, Trabzon, Erzirom, Çewlik, Mûş, Kilis, Xarpêt, Sakarya, Girgum, Kocaeli, Isparta, Aksaray, Qers, Sêwas, Sêmsûr, Zonguldak, Tekirdag, Erzingan, Gumuşhane, Eskişehir, Çorum, Manisa, Çanakkale, Uşak, Konya, Hatay, Duzce, Burdur, Wan, Osmaniye, Bartın, Colemêrg, Dêrsim, Amasya, Kayseri, Êlih û Yalova).
* Wezarata Polîtîkayên Civakî û Malbatî dibêje heta meha Hezîrana borî 7 hezar û 368 jin û 4 hezar û 866 zarok ji sitargehên girêdayê wezaretê feyde hildidin.
Tanrikulu di pirsnameya xwe de gotib3u “Di nav jinên ku rastî tundiyê hatine çend ji wan întîxar kiriye?” lê wezaretê bersiv neda vê pirsa wî.
(ÇT/YO)