Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îro 20ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) Roja Mafên Zarokan a Cîhanî ye. Weke li her devera cîhanê, li Tirkiyeyê jî mafên zarokan tên binpêkirin û zarok ne li gorî standarta jiyanê ya ku pêwîste, dijîn.
Mafê zarokan têgeheke gerdûnî ye ku ji bo penasekirina hemû mafên zarokan ên ji dayikbûnê pê ve divê bibe xwediyê wan tê gotin. Di nava van mafan de perwerde, tenduristî, jiyîn, sitirîn, parastina li hemberî istismara laşî, psîkolojîk û zayendî heye.
Ev maf di Peymana Derbarê Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (NY) de hatiye misogerkirin.
Di peymanê de mafên hemû zarokan tê penasekirin ku bêyî li cihê jidayikbûna wan, zayenda wan, ol an jî cıvaka wan binêre. Lê digel vê jî li cîhanê û tirkiyeyê binpêkirin mafên bingehîn ên zarokan berfireh e. Hejmarên fermî jî vê nêrînê piştrast dikin.
Rojê hezar zarok dimirin
Li gorî UNICEFê ya bi navê “Ava paqij û hijyen mafê hemû zarokan e”, her roj hezar zarok ji ber bêavî, kêmxidayî û wan nexweşiyan dimirin ku dikarin pêşiyê li wan bigirin.
Her sal 361 hezar zarokên ku temenê wan kêmî pênc an e, ji ber bi virikê dikevin dimirin. Her weha zarokên ku nekarin xizmeta tenduristiyê bidest bixin û ava gemarî, dihêle ku zarok bi nexweşiyên weke kolêra, dîzanterî, hepatît a û tîfoyê kevin.
Zarokên karker
Li Tirkiyeyê 393 hezar zarok li şûna dibistanê diçin li kargehan kar dikin.
Li gorî rapora Saziya Istatîstîkê ya Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê 893 hezar zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 18an de ye karkerên demsalî ne. Nîvê 393 hezar zarokan naçin dibistanê û heftê zêdetirî 40 saetan kar dikin.
Zayenda civakî û perwerde
Li gorî raporeke din a UNICEFê, li Tirkiyeyê her çiqas ku di asta perwerdeya seredayî de wekheviya zayendî çêbûbe jî, piştî vê perwerdeyê hîna wekheviya zayendî nîne.
Ji sedî 28,2 zarokên keç ên ku temenê wan di navbera 15 û 19an de ne karker ne jî xwendekar in. Di zarokên kur de ev rêje ji sedî 16,5 e. Rêjeya destdirêjiyê ya li hember keçên temenê wan kêmî 15yan ji sedî 9 e.
Li gorî Lêkolîna Hejmar û Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, ji sedî 15 jinên ku temenê wan di navbera 20 û 24an de ye, beriya 18 saliya xwe hatine zewicandin.
Milyon û 7 hezar zarokên penaber ên Sûriyeyî hene
Li Tirkiyeyê bêhtirê wan ji Sûriyeyê, bi giştî 3 milyon û 900 hezar penaber dijîn û nêzîkî milyon û 700 hezar ji wan jî zarok in. Di demsala 2018 û 2019ê ya perwerdeyê de 616 hezar zarok li dibistanan hatine qeydkirin, lê nêzîkî 430 hezar zarok naçin dibistanê. (HA/FD)