Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê piştî civîna Lijneya Zanistan ya Koronavîrusê civîna çapemeniyê li dar xistiye.
Kocayî gotiye ku 63 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirine.
Kocayî diyar kiriye ku ji sedî 80yê yên ku ji ber Covîd-19ê mirine temenê wan bi ser 60î re ye:
"Di 24 saetên dawîn de teşxîsa Kovîd-19ê li 2148 kesan hat danîn, 63 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 15679an, ya miriyan gihişt 277an. Hejmara kesên ku dermankirina wan qediya û ji Covîd-19ê rizgar bûn gihişt 333an. Ji sedî 68,8ê welatiyên me yên ku mirin û herwiha ji sedî 63,3yê ku nuha di beşa nexweşiyê giran de ne, nexweşên tansiyonê ne. Rêjeya tijîbûna yekeyên beşa nexweşiyên giran ji sedî 63ye. Li Anadoluyê rêjeya tijîbûna qeryoleyan ji sedî 40e. Li nexweşxaneyan rewş asayî ye."
Wezîr Kocayî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Herî zêde pêketiyên koronavîrusê li Stenbolê hatin dîtin û li pê jî Îzmîr û Enqere tên. Di nava pêketiyên me de rêjeya mirinê ji sedî 1,583. Di vî warê de em li biniya gelek welatan in.
"Bi giştî li 39 bajarên me miriyên ji Covîd-19ê hene. Hejmara pêketiyên li Stenbolê ji sedî 60e û hejmar 8 hezar û 852ye û herwiha li Îzmîrê 853, li Enqereyê 712, li Konyayê 584, li Kocaeliyê 410 pêketî hene."
Wezîrê Tendirustiyê Kocayî diyar kiriye ku heta niha 601 karmendên tenduristiyê bi nexweşiya koronavirusê ketine. (EKN/FD)