Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar piştî ku ji Esra Albayrak, keça wî re li ser Twîtterê mesaj hatibû şandin weha gotibû, “ Bikaranîna medya civakî li vî gelî û welatî nayê. Ji ber vê emê di zûtirîn demê de ji bo rakirin û kontrolkirina mecrayên medya civakî yên bi vî awayî bînin parlamentoya xwe.” Gengeşiyên li ser van gotinên Erdoganî hê didome.
Hatiye diyarkirin li ser vê mijarê AKPê derbarê medya civakî de pêşniyazek yasayî a 9 madeyî amade kiriye. Lêbelê ji ber mijarên navneteweyî lêkolîna li ser pêşniyazê didome.
BBC Tirkî, li piştî wan gotinên Erdoganî rapora bi navê “Digital 2020” ya We Are Social û Hootsuîteyê bi hev re amadekiriye belav kiriye. Herdu şîrket her sal derbarê bikaranîna medya civakî ya li tevahiya cîhanê û welatan raporê amade dikin. Rapor di meha Çileya Paşiyê de hatiye belavkirin. BBCê daneyên ku di raporê de yên derbarê bikaranîna medya civakî li Tirkiyeyê de belav kiriye.
Internet
Li gorî raporê, li tevahiya cîhanê 4.5 mîlyar bikarhênerên înternetê hene. Ev jî ji serjimara kurewî jê sedî 59 e. Raporên Çileya Paşiyê ya 2020an û Çileya Paşiyê ya 2019an hatiye berhev kirin. Hatiye diyarkirin ku di sala 2020an de li tevahiya cîhanê hejmara bikarhênerên înternetê 298 mîlyon zêde bûye. Ev jî dike ji sedî 7.
Li gorî daneyên meha çileya paşiyê ya di rapora We Are Socialê û Hootsuîteyê de hatiye belav kirin, li Tirkiyeyê 62,7 mîlyon bikarhênerên medya cıvakî hene. Ev hejmar li gorî sala 2019an ji sedî 4 zêdetir bûye.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê a Tirkiyeyê (TUİK) di sala 2019an de ji serjimara giştî jê sedî 75,3 înternetê bikartînin. Di vê rêje yê de mêr ji sedî 81,8 û jin jî 68,9 e. Li gor daneyên 10 salên dawî, bikaranîna înternetê sal bi sal zêde bûye.
Bikaranîna înternetê li Tirkiyeyê
Li gor rapora “Digital 2020” li cîhanê bikarhênerên înternetê rojane kêmzêde 6 saet û 43 xulek înternetê bikartînin.
Li Tirkiyeyê rojane 7 saet û 29 xulek bikarhêner înternetê bikartîne.
Di raporê de li gor daneyên şirketa teknolojiyên zanyariyê ya bi navê SimilarWebê li Tirkiyeyê di nav malperên înternetê yên herî zêde tê bikaranîn de Youtube 2eme, Facebook 3em, Twîtter 5em û Înstagram 6em e.
Platformên medya civakî
Li gor raporê li Tirkiyeyê 54 mîlyon bikarhênerên medya civakî hene. Ev jî tê wateya ji serjimara giştî jê sedî 64 medya civakî bikartînin.
Li gor heman raporê li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Facebookê 37 mîlyon e.
Li tevahiya cîhanê hejmara bikarhênerên Twîtterê 339,6 mîlyon e. Tirkiye di bikaranîna Twitterê de li cîhanê 6em welat e.
Li Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Instagramê 38 mîlyon yêb Snapchatê 7,7 mîlyon e.
Artanç Savaş, Midirê Ragihandina Tirkiyeyê ê Netflixê di meha kanûna pêşiyê ya 2019 an de ji Haberturkê re gotibû li Tirkiyeyê milyon û 500 hezar endamê Netflixê hene. (TP/AY/FD)