Di nav 3 mehên despêkê de rojnameger Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin, li rojnameya Zamanê kayûm hatin wezîfedarkirin û rêveberiya rojnameyê hat teswiyekirin û bi hinceta ‘li serokomar heqaretê kirine’ gelek doz hatin vekirin. Ji ber van sedeman Serokomar Erdogan û hukimet li welêt û derveyî welêt ji hela gelek aliyan ve hatin rexnekirin.
Saziya Pisporan a Konseya Ewropayê, Komîsyona Venedikê derbarê qanûna cezayê de daxwaza reformê kir. Serokê Amerîkayê Obama êdî derbarê mafê îfadekirinê de ‘peyama zelal’ da.
Gelek rojnameger beriya 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê weke ‘derbekar’ û ‘terorist’ tên sûcdarkirin û di bin siya Qanûna Cezayê (TCK) û Qanûna Terorê (TMK) de bi cezayên 5 muebet, 2229 û 6 meh hepskirinê re rû bi rû ne.
Rapora Çavdêriya li Medyayê ya TRSyê (Çile-Sibat-Adar2016) derdixe holê ku rewşa mafê îfadekirinê û azadiya çapemeniyê çiqas diçe girantir dibe, 5 rojnameger ji qanûna 299. ku Komîsyona Venedikê wê rexne dikir bi hinceta ‘li serokomar heqaretê kirine’ hatin mehkûmkirin, bi wê qanûnê derbarê 22 rojnamegerên din de dozên nû hatin vekirin, tenê bi hinceta heqaretê li Erdogan kirine derbarê 86 kesan de ku 53 ji wan rojnameger in, lêpirsînan hatin vekirin.
Di raporê de tê xuyakirin ku li gorî heman serdema sala borî hejmara rojnamegerên ku rastî êrişan hatine ji 10an derket 17an, ên hatine binçavkirin ji 7an derket 49an, ên girtî ji 23an derket 28an; hejmara qedexekirina weşanê ji 2an derket 5an; hejmara rojnamegerên ku ji kar harin avêtin ji 8an derket 185an.
Serenav-beşên di raporê de
Di Rapora Çavdêriya Medya de beşên weke ‘rojnamegerên kuştî’, ‘rojnamegerên di zindanan de’, ‘êriş, gefxwarin û astengkirin’, ‘lêpirsîn, dozên vekirî-berdewam, biryarên dayî’, ‘heqaret, mafên ferdî, dozên tazmînatê’, ‘qedekirin, girtin, berhevkirin’, ‘Dadgeha Bingehîn’ ‘DMME’, ‘RTUK’ û ‘YSK’yê cih digirin.
Di nav 3 mehan de derbarê rojnamegeran de di çarçoveya qanûnên teror û cezayê darizandin pêk hat. Rojnameger/belavkar û xebatkarên çapemeniyê di darizandinan de weke bi riya medyayê ‘endamtiya rêxistinê’, ‘ji rêxistinê re alîkarî’, ‘rêxistin avakirin, sewq û îdarekirin’ hatin sûcdarkirin.
Rojnamegerên Girtî: Zêdeyî ji Çapemeniya Kurd
Di meha Nîsana 2016an de 28 rojnameger û 10 belavkar hatin girtin. Hemû belavkarên girtî û ji rojnamegerên girtî jî 18 kes ji Çapemeniya Kurd bûn.
Ji 28 rojnamegerên girtî 19 ji wan bi hinceta 'endambûna Koma Civakên Kurdistan (KCK), ‘PKK’ û ‘DYG’; 2 ji wan ji Partiya Marksîst Leninîst Komunîst (MLKP)yê; dîsa 2yên din ji FETO,PDYê; yek ji ‘Partiya Kedê ya Komunîst a Tirkiyeyê/Leninîst(TKEP/L), yek ji ‘Eniya-Partiya Şoreşger a Rizgariya Gel’ de hatin darizandin. Yek ji wan jî bi hinceta endamtiya 3 rêxistinan ( Ergenekon – Şaxa Mêrsînê, Yekitiya Tolhildana Tirk û Rêxistina Navxweyî’ hat darizandin.
Ji 28 rojnamegeran derbarê 15 ji wan de hukim hate dayîn, 2 ji wan mehkûm bûne lê li benda biryara dadgeha bilind in, 2 ji wan hê jî tên darizandin û derbarê 9 kesan de jî lêpirsîn berdewam dike.
Derbarê wan 9 kesan de bi gumana ‘endambûna rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’, 'rêveberbûna rêxistinê’ lêpirsîn berdewam dike.
Li dijî 15 rojnameger û 2 wesayîtan êriş; 10 car gefxwarin
Di serdema Çile-Adara 2016an de rojnamegerek di encama êrişa li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. 15 rojnameger û 2 wesayîtên rojnamegeran rastî êrişan hatin. 6 rojnameger, karîkaturîstek û 3 xebatkarê çapemeniyê hatin tehdîtkirin; 3 car bi gotinan destdirêjî pêk hat. Kesek ku ji ‘rêberê rêxistina sûcî’ hukim xwariye li hemberî 1128 endamên Akademîsyenên Aştîxwaz gef xwarin.
Sala borî di heman serdemê de nivîskareke rojnameyê hatibû kuştin, li dijî 10 rojnamegeran jî êriş hatibû kirin. Herwiha 7 rojnameger û 4 saziyên rojnameyê hatin tehdîtkirin, li mala 2 rojnamegeran jî lêgerîn hate kirin.
Di temamiya sala 2015an de 3 rojnamegerên sûrî û nivîskareke rojnameyê hatin kuştin. Li dijî 64 rojnameger, 4 saziyên medyayê û nivîskarek êriş hat kirin. Herwiha 38 rojnameger, 21 xebatkarên medyayê hatin tehdîtkirin û avêtin bi ser avahiya rojnameyek herêmî.
49 rojnameger hatin binçavkirin
Di serdema Çile-Sibat-Adarê de 49 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin binçavkirin. Rojnamegerek bi darê zorê birin îfadeyê, avêtin bi ser avahiya rojnameyeke herêmî. PKKê 3 rojnamegeran revand û pişt re wan serbest berdan.
Di heman serdema 2015an de 2 ji wan ji çapemeniya navneteweyî 7 rojnameger û xebatkarek medyaya civakî hatibûn binçavkirin. Di temamîya sala 2015an de 120 xebatkarê çapemeniyê hatin binçavkirin.
86 gumanbar/mexdûrê ‘Erdogan’
Di serdema Çile-Adarê de ji 7 kesên ku 5 ji wan rojnameger in û bi qanûna TCKyê ya 299. ve dihatin darizandin de, 3 sal û 3 meh bi awakî pêşwextî tev ser hev 11 sal û 4 meh ceza hate dayîn; 32 kes ku 29 ji wan rojnameger in ji ber nivîs, nêzikatî û rexnekirinê ve bi heman qanûnê hê jî têne darizandin. Divê dawîyê de dîsa bi qanûna 299an derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsînên nû hatin vekirin, derbarê 2 rojnamegeran de biryara bêşopanî hate dayîn.
Derbarê karîkaturîstek, mamosteyek û siyasetmedarek de bi îdiaya di weşana medyayê de li serokwezîrê berê Erdogan heqaretê kirine, bi qanûna 125an salek û 6 meh cezayê hepsê û 14 hezar 160 TL cezayê pereyê hate dayîn. Ji dozên vekirî de mamosteyek berat bû lêbelê yên derbarê 5 rojnameger, wekîlek û bijîşkek de hatin vekirin hê jî dewam dikin.
Dema serokwezîrbûna Erdogan derbarê wekîlek de (Eren Erdem- CHP)bi îdaya destdirêjiya mafê mirovan kiriye 7 hezar TL cezayê pereyê hat dayîn.
Derbarê lîderên du partiyan de (Selahattîn Demirtaş-HDP, Kemal Kiliiçdaroglu-CHP) bi daxwaza tev ser hev 350 hezar TL cezayê tazmînatê dozeke nû hate vekirin, lê 200 hezat TL ji tazmînata xwestî hate redkirin. Doza li dijî rojnamegerek û derhênerek ku daxwaza 200 TL tazmînatê hatiye vekirin hê jî berdewam dike.
Di serdema Çile-Adarê de derbarê 86 kesan de ku 53 jê rojnameger in bi îdiaya li ser weşanê heqaretê li serokwezîrê berê (TCK 125/3-a) û serokomarê niha (TCK 299) Recep Tayyîp Erdogan kirine, dosye (mahkûmkirin, peydeçûn, lêpirsîn, gilîkirin û tazmînat) hate vekirin.
Li ser 5 weşanan qedexe; li ser 15 sîte û 321 urlyê sansur
Di sê mehên destpêka salê de 15 sîte, 8 saziyên medyayê (6 rojname, 1 TV, 1 kovar), 312 navnîşana urlyê ku li ser weşana nûçeyan tên kirin, 200 hesabê Twitterê, di Youtubeyê de 33 vîdeo, 79 linkê Instigramê, 3 pirtûk, 1 panel hatin sansurkirin.
Heqaret: 3 biryara mehkûmkirinê, 2 dozên nû
Di serdema Çile-Adara 2016an de 3 rojnameger bi awakî pêşxistî bi 10 meh hepis û 7 hezar 610 TL peredayînê ve hatin cezakirin. 3 rojnameger bereat bûn, doza derbarê 7 kesan de hatiye vekirin berdewam dike û derbarê du kesên ji wan de dozek nû hate vekirin.
Derbarê du rojnamegeran de bi îdiaya destdirêjiya mafê kesan bi tevehî 14 hezar TL ceza hate dayîn. Hêjî 3 rojnameger bi cezayê tev li ser hev 1 milyon 155 hezar TL tazmînatdayînê ve têne darizandin. Dîsa derbarê heman kesan de dozeke nû hat vekirin ku bi 40 hezar TL tazmînatdayînê ve tên darizandin.
TMK/TCK: Bo 5 kesan cezayê heta hetayê; 2 hezar û 229 sal cezayê girtinê
Li Kanûna Paşiyê heta Adara 2016ê, 40 rojnameger dihatin dadkirin ku 642 sal cezayê girtinê ji wan re dihat xwestin, pênc rojnamevan hatin serbestkirin, ji bo du rojnamegeran li ser hev 2 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Doza li ser 18 kesan hat betalkirin, ji bo 5 kesan jî doz nû hatibûn vekirin. Gilîya hin rojnamegeran hatibû kirin, bi TMKyê lêkolîn li ser heşt rojnamevanan hat destpêkirin.
64 rojnameger bi hêncetên ‘’birêvebiriya rêxistinê,’’ ‘’ endametiya rêxistinê’’ û ‘’alîkariya rêxistinê’’ hatin dadkirin û daxwaza cezayê 1.427 sal û 6 mehan ji bo wan hat kirin.
Ji bo yek ji wan bi tawanên, ‘’endametiya rêxistinê’’ ‘’berxwedana li dijî polîsan’’ ‘’ zererlêkirina malan’’ cezayê girtina bi 49 salan hat dayin; doza li çar ji wan nûbû. Sê rojnameger bi tewana ‘’derbekariyê’’, dido bi tewana ‘’sîxuriyê,’’ dido bi tewana ‘’teşwîqkirina serhildana çekdarî’’ û dido ji wan bi tewana ‘’ wan belgeyên ewlehiya dewletê weşandine’’ hatin dadkirin. Yek ji wan bi tewanbariya dawiyê cezayê girtina salek û heşt mehan stand. Pênc rojnameger bi tewana ‘’binpêkirina parastina nehênîyên dewletê’’ 4 rojnameger bi tewana ‘’tehrîkkirina ji bo kîndarî û dijminîyê’’, 2 rojnameger bi tewana ‘’binpêkirina qedrê dînî’’, rojnamegerek bi tewana ‘’tehrîkkirina sûcdariyê’’, rojnamegerek bi tewana ‘’heqareta li bîranînên Ataturkî’’ têne dadkirin.
Li ser hev ji bo van hemî tawanan du cezayê girtina heta hetayê, du cezayê girtina heta hetayê yê zehmetkirî û 2.229 sal û 6 meh girtina di girtîgehan de tê xwestin.
Li vê paşiyê 301 lêkolînên dadî li ser 1.128 akademîsyenên endamên, Akademîsyenên Aştîxwaz û sê rojnamegeran hatine destpêkirin.
Derbarê 41 parlementerên HDPê de 278, ên CHPê de jî 116 fezleke
Serokwezîr diyar kiri bû ku heta dawîya meha Adarê derbarê 112 parlementeran de 506 fezleke gihiştiye meclisê. Derbarê 41 parlementerên HDPê de 278 fezleke , derbarê 33 parlementerên CHPê de116 ,derbarê 21 parlementerên AKPê de 41 û derbarê 6 parlementerên MHPê de jî 14 fezleke şandin meclisê. Sala borî di heman serdemê de hejmara fezlekeyan 22 bû.
Ji DMMEyê biryara mahkûmkirinê di serdema Çile-Adara 2016an de doza ku 6 ji wan rojnameger 7 kesan li dijiyê Tirkiyeyê vekiribû de Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewropayê (DMME)bi hinceta îxlalkirina azadiya îfadekirinêTirkiyeyê mehkûm kir û 19 hezar Avro cezayê tazmînatê lê birî.
Di sala 2015an de 26 kesên ku di nav wan de parêzer, siyasetmedar, leşker û rojnameger jî hene li dijî Tirkiyeyê doz vekiribûn û di encamê de DMMEyê dîsa bi hinceta îxlalkirina azadiya îfadekirinê Tirkiyeyê mehkûm kiribû û tev ser hev 42 hezar 043 Avro cezayê tazmînatê lê birîbû.
Biryarên ji Dadgeha Bingehîn
Qanûn hatibû danîn ku beriya serledana DMMEyê serî li Dadgeha Bingehîn were dayîn. Dadgeha Bingehîn di serdema Çile-Adarê de derbarê serlêdana 2 rojnamegeran de biryar da ku azadiya ragihandin û îfadekirinê hatiye îxlalkirin.
Dadgeha Bingehîn di wê dosyeyê de biryar da ku bo mesrefên dadgehê 2 hezar 27 TL pere were dayîn. Ev dadgeha bilind serlêdana girtiyek û parêzerek jî red kir.
Rojnamegerek ku salek e li Girtîgeha Silivriyê 'bi neheqî' tê girtin, ji ber muameleya nebaş gilî kir lê ev serlêdan wî bi hinceta 'riya hiqûqê neqedandiye' hat redkirin. Di nav sê mehan de 6 rojnamegerên din derbarê girtin an mehkûmkirina xwe de serî Dadgeha Bingehînê dan.
185 xebatkarên medyayê bêkar man
Li dema Kanûna Paşiyê heta Adarê, 174 qunciknivîskar an jî xebatkarên medyayê ji karî hatine derêxistin an jî mecbûr mane ku ji karê xwe derbikevin. Bernameyên 9 rojnamegeran pêşkêş dikirin hatin sekinandin. Ji bo du rojnamegerên bîyanî destûra karkirinê nehat dayin.
Li sala borî li heman deman heşt rojnameger ji karên wan hatibûn derêxistin an jî mecbûrî wê yekê bûne. Li ser hev li sala 2015ê hejmara ji bo vê yekê 348 bû.
RTUK: Hejmara demên cezakirinê kêm bûye; ceza bi xwe bûne du qet
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) li dema Kanûna Paşiyê heta Adarê, ji ber weşanên nûçe, fîlm û bernameyên televizyonan ew 24 caran hişyar kirine û 51 caran cezayê dayina pereyan daye wan.
Li wê demê 4 caran radyo hatin hişyarkirin û carekê cezayê peredayinê lê hat birîn. Lijneyê li ser hev 9.809.915 TL ceza dan radyoyan.
Li heman dewra sala borî RTUKê 27 caran TV hişyar kirine, 87 caran cezayê pereyî daye, radyo jî du caran hatine hişyarkirin û du caran ceza li wan hatiye birîn. Li ser hev cezayê li radyo û televizyonan hatî birîn bûye 5 milyon û 480 hezar û 245 Lîreyên Tirkan.
Li sala 2015ê RTUKê televizyon 69 caran hişyar kirine, 168 caran cezayê pereyî daye, radyo jî 4 caran hatine hişyarkirin û 4 caran cezayê pereyî hatiye dayin. Di sala 2015ê ji bo saziyên medyayê 9 milyon û 905 hezar û 674 TL hatiye birîn. (EÖ/YO)