Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rapornivîsa Parlamentoya Ewropayê ya ku berpirsa raporên li ser Tirkiyeyê ye, Katî Pîrîyê da zanîn ku “[Serokkomar, Recep Tayyîp] Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e.”
Erdoganî gotibû:
“Divê vê yekê bibêjim ku em hemî xebatê li ser van ciwanên terorîst dikin. Em ê rû û dirûvê wan tesbît bikin û em ê mafê xwendinê nedin wan.”
Katî Pîrîyê li ser hesabê xwe yê fermî nivîsîye:
‘terrorists’ by President Erdogan. Critical thinking dangerous endeavor in ‘new Turkey’.” [Erdoganî xwendekarên şernexwaz wek terorîst bi nav kir, li Tirkiyeya nû rexnekirin karekê zehmet e.]”
Çi bûbû?
Di 19ê Adarê de komek xwendekar ji bo pîrozkirina çûna Efrînê ya leşkeran dest bi belavkirina liquman kirine. Komek xwendekarên li dijî şerî pankartek vekiriye û ev yek protesto kiriye. Hat îdiakirin ku hingê êrîş li maseyê liquman hatiye kirin.
Di 20ê Adarê de, şaxê ciwanan yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) “êrîşa li maseyê liquman” protesto kiriye û digel polîsan meşiyaye.
Serokatiya zanîngehê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye “êrîşa li standê nayê qebûlkirin.”
Di 22yê Adarê de polîsan bi ser mala xwendekarên şernexwaz de girtine û ew desteser kirine. Xwendekarên ji desteserkirinê nerazî li medyaya civakî dane zanîn ku “xwendekarên di roja bûyerê de ne li zanîngehê jî hatine desteserkirin, ev yek nîşan dide ku tê xwestin muxalefet bêdeng bibe.”
Dema xwendekar ji bo diyarkirina nerazîbûnê kom bûyîn polîsan dora wan girtiye û heft kes desteser kirine.
(AS/MB)