Di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên ku erdhej lê çêbûn bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Kesên ku li Îslahiyeya Dîlokê de ji ber erdhejê mirine li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Li Mereşa ku navenda erdhejê bû, li ber Sîteya Ebrarê ku nêzî 1400 kesî têde miribûn bernameyek bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo welatiyên ku li Edeneyê miribûn di saet 04.17an de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li qada ku Apartmana Alpargûn a ku 96 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Li Meletiyê ji bo 17 kesên ku li Sîteya Hayatê miribûn, li cihê sîteyê bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Kesên li navçeya Samandag a Hatayê jiyana xwe ji dest dan bi bernameyekê hatin bîranîn. Di bîranînê de Qurana Pîroz ji aliyê Miftiyê Navçeyê Hasan Findik, Keşeyê Dêra Ortodoks a Rûman a St.Îlyas, Abdullah Yumurta ji bo kesên ku di erdhejê de mirine dua kir.
Ji bo kesên di erdhejên 6ê Sibata 2023an de li bajaroka Cindirêsê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê pêk hat û bû sedema wêraniyeke mezin, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Welatiyên herêmê, kesên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û mexdûrên erdhejê beşdarî çalakiya ku ji aliyê tîmên Parastina Sivîl a Sûriyeyê ve hat lidarxistin bûn.
Li Zonguldakê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn ku karkerên madenê jî di bin xirbeyan de dixebitîn çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Parêzerên ku di erdheja Mereşê de mirin hatin bibîranîn. Ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Baroya Mereşê ve bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo bîranîna kesên li Osmaniyeyê mirine"Meşa Bêdeng" hat lidarxistin.
Li Kirklareliyê bi beşdariya mexdûrên erdhejê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di bernameya ku ji aliyê Şaredariya Kirklareliyê ve li Parka Şevket Dîngiloglu hat lidarxistin de saet di 04.17an de deqeyek rêz hat girtin.
Bernameya li Rêvebiriya Bajarê Amedê ya AFADê di saet 04.17an de bi dengê sîrenên wesayitên rizgarkirinê û alîkariyê dest pê kir. Di bernameyê de Walî Alî Îhsan Su bi ekîbên lêgerîn û xilaskirinê û alîkariyê re hat ba hev.
Kûleya saetê ya ku 46 sal berê li Semsûrê hatiye çêkirin, ji ber ku di saet "04.17"an de di dema erdhejê de rawestiyaye bû sembola bajêr. Li çar aliyên kûleya saetê ya ronîkirî dîrok û saeta erdhejê hat nivîsandin.
Ji bo kesên di erdhejên 6ê Sibata 2023an de li Antakyayê, navçeya navenda Hatayê, mirine bernameyên cuda yên bîranînê hatin lidarxistin. (AY)