Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rexistina Xebatan a Navneteweyî(ILO) û Fona Alîkariya Bi Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) destnîşan kiriye ku hejmara karkerên zarok di nava 20 salan de cara yekeme zêde dibe û gîhaştiye 160 mîlyonan.
Li gorî rapora nû ya ku ILO û UNICEFê weşandine, hejmara zarokên ku weke karker kar dikin, di çar salên dawî de 8,4 mîlyon zêde bûye û li tevahiya cîhanê gîhaştiye 160 mîlyonan.
Her weha di raporê de hatiye destnîşan kirin ku ji ber bandora şewba Covîd-19ê jî bi mîlyonan zarok di bin xeteriyê de ne.
Daneyên ku raporê de ne weha ye:
Ji sedî 70yê(112 mîlyon) karkerên zarok di kerta çandiniyê de, ji sedî 20(31,4 mîlyon) kerta xizmetê û ji sedî 10(16,5 mîlyon) jî di pîşesaziyê de cîh digirin.
Nêzîkî ji sedî 28ê karkerên zarok ku temenê wan di navbera 5-11an de ne û ji 35ê zarokên ku temenê wan di navbera 12-14an de ne ji perwedeyê bêpar dimîn in.
Her weha her du saziyan hişyarî daye û gotiye, ji ber şewba kurewî Covîd-19ê 9 mîlyon zarok di bin xeteriyê de ne.
(AÖ/AY)