Bi şev saet di 03.00an de li navenda Tel Avîva paytexta Îsraîlê li cihekî nezî Balyozxaneya DYAyê teqîneke bihêz rû da.
Di dema êrîşê de kesekî 50 salî mir û 4 kes jî ku du li mal û du jî kolanê birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê ji bo dermankirinê midaxeleyî wan birîndaran kir.
Di dema êrîşê de sîstema qubeya hesinî ya Îsraîlê aktif nebû. Her wiha beriya êrîşê sîrenên hişyariyê deng nedan. Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku teqîn ji ber "amûreke hewayî" pêk hatiye.
Yemenê berpirsyariya êrişê girt ser xwe
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri li ser Xê daxuyanî daye û gotiye ku wan Tel Aviv bi balafireke nû ya bi navê "Yafa" ku radar nikarin wê tespît bikin û sîstemên berevaniya esmanî nikarin asteng bikin kirine hedef.
Yahya diyar kir ku ew ê berdewam bin li ser armanckirina navenda Îsraîlê û Telavîv "herêmeke metirsîdar" e.
Hûsiyên Yemenê bere jî ragihandibûn ku li hemberî êrîşên yên li ser Xezeyê bi balafirên bêmirov û mûşekan êrîşî Îsraîlê kirine û dîmenên wan êrîşan parve kiribûn.
Her weha radyoya artêşa Îsraîl îdia kir ku balafira bêmirov hatiye tesbîtkirin lê nehat astengkirin.