Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Teksasê, eyaleta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) bi çekan êrişî baregehekî leşkeri kirine. Hatiye ragihandin ku du kesên ku êriş kirine, reviyane û li wan tê gerin.
Hatiye diyarkirin ku di êrişa li dijî baregeha San Antonîo-Lacklandê pêk hatiye de tu kes nemiriye û brîndar nebûye. Derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî Ajansa Anadolûyê ragihandiye ku baregeha Lacklandê mezintirîn baregeha Wezareta Berevaniya DYAyê ye. Lîwa Brîan S. Loveless ku li baregeha Lacklandê wezîfedar e daxuyanî daye rojnamegeran û gotiye, 2 kesên ku nasnameyên wan ne diyar in êrişî deriyê hatinê/destpêkê yê baregehê kirine û ji bo ku êrişbir were zeftkirin lêpirsîn berdewam dike.
Hatiye ragihandin ku ji ber bûyera navborî herêma leşkerî ji hatinan re hatibû girtin û piştî demekê dîsa vebûye.
(TP/AY)