Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsê DYAyê aşkere kir ku li dêreke Eyaleta Teksasê di encama êrîşa kesekî de 26 kes mirin. Êrîşkar hemwelatiyê DYAyê ye û piştî êrîşê di wesayita xwe de mirî hat dîtin.
Dîrektorê Herêmî yê Ewlekariya Civakî yê Teksakê Freeman Martînî got ku êrîşkar derdora 20 salî ye û mêrekî çermspî ye. Her wiha hat diyarkirin ku êrîşkarî cilên reş li xwe kiriye û êlegê wî yê êrîşê hebûye. Martînî destnîşan kir ku êrîşkarî il derveyî dêrê dest bi gulebaranê kiriye û paşê jî ketiye nava dêrê û li vir di gulebaranê de berdewam kiriye. Temenê kesên ku mirine di navbera 5 û 72yan de ye.
Medyaya DYAyê destnîşan kir ku êrîşkar Devîn P. Kelleyî ye û 26 salî ye, lê polîsan hîna jî nasnameya êrîşkarî aşkere nekirine.
Trump: Ez li Japonyayê mijarê dişopînim
Li gel polîsan rayedarên Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) jî li ciyê bûyerê lêkolînê dikin. Derbarê sedema bûyerê de heta niha ti daxuyanî nehatiye dayin
Serokdewletê DYAyê Donald Trump ku li Japonyayê ye li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku ew bûyerê dişopîne.
Hejmara êrîşên li DYAyê gihişte 307an
Li oteleke li bajarê Las Vegas ê DYAyê di meha Çiriya Pêşiyê de êrîşek pêk hatibû. Di encamê de 58 kes miribûn zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn. Derbarê vê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.
Hefteya borî jî li New Yorkê êrîşek pêk hatibû. Di vê êrîşê de jî 8 kes miribûn.
Tevlî êrîşa dawî li DYAyê di nava sala dawiyê de 307 êrîş çêbûne. (PT/FD)
* Çavkanî: BBC, Boston Globe, Daily Mail, CNN