Li Tehrana paytextê Îranê ji ber ku hewa pir qirêj e dibistanên seretayî û yên navîn 3 rojan hatine tetîlkirin.
Waliyê Tehranê Enuşîrevan Muhsînî Bendpey daxuyandiye ji ber ku hewa pir qirêj e ji bilî navçeyên Fîruzkuh û Demawendê hemû dibistanên li paytext 3 rojan hatine tetîlkirin.
Li Tehranê qirêjiya hewayê ji 150 mîkrogram/metrekupî derbastir bû.
Hat ragihandin ji ber qirêjiya hewayê ji kamyonan sînorkirin wê çêbibe.
Ji hêla din li eyaleta Elburzê jî dibistanên seretayî û yên navîn ji bo rojekî hatin tetîlkirin.
(MB)
*Çavkanî: Türkan Tosun |23.12.2019