Li peravên rojhilatê Tayvanê bi pileya 7,4an erh hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê destnîşan kir ku erdhej li 18 kîlometrayan başûrê bajarê Hualien’ê pêk hat. Li Hualienê hin avahî hilweşiyan, hin avahî jî wergeriyane.
Her weha erdhej 34,8 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
20 xulek li piştî erdheja peravên rojhilatê Tayvanê ya bi pileya 7,4an, erdhejek din bi pileya 6,4an pêk hat.
Ji ber erdheja çêbûye li hin herêmên çiyayî hezaz çêbû. Li Japonyaya ku dikeve aliyê bakurê Tayvanê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û tê payîn ku dê pelên avê nêzî 3 metreyan bilind bibin.
Li Flipînlerê jî hişyariya tsunamiyê hate kirin û ji welatiyan hat xwestin ku biçin herêmên bilindtir.
Lê belê Naveda Hişyariya Tsunamiyê ya Deryaya Mezin 2 saet piştre ragihand ku taluke derbas bûye.
Di îlona sala 1999an de li Tayvanê bi pileya 7,6 erdhejek çêbûbû. Di erdhejê de 2 hezar û 400 kes miribûn û 5 hezar avahî jî hilweşiyabûn.
(AS/AY)