Serokê Parlamentoyê (Riksdag) Andreas Norlén li Stockholma paytexta Swêdê civîneke çapemeniyê li dar xist. Norlén aşkere kir ku piştî hilbijartina giştî ya 13ê Îlonê, wî ji bo erka avakirina hikûmetê careke din seroka Partiya Sosyal Demokrat Magdalena Andersson hilbijartiye.

Di hilbijartina li Swêdê de bloka çep li pêş e
Norlén da zanîn ku muzakereyên Anderssonê yên li gel partiyan dê di 5ê Cotmehê de dest pê bikin û got: “Pêwîst e pêvajo heta 12ê Cotmehê bi dawî bibe. Piştî wê, Andersson dikare erka xwe paşve vegerîne an jî daxwaza dirêjkirina demê bike.”
Anderssonê jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku wê daxuyaniya Norlén bi dilxweşî pêşwazî kiriye û destnîşan kir ku ew ê di dawiya hefteyê de plana çawaniya birêvebirina pêvajoyê bike.
Di parlamentoyê de di navbera aliyan de 3 kursî hene
Di hilbijartina giştî ya ku di 13ê Îlonê de li Swêdê hat kirin de, bloka çep ku di bin serokatiya Sosyal Demokratan de ji Partiya Navendî, Partiya Keskan û Partiya Çep pêk dihat, di parlamentoya ji 349 kursiyan de 176 kursî bi dest xistin.
Partiyên bloka rastgir ku ji Partiya Muhafezekar, Demokratên Xiristiyan, Lîberal û Demokratên Swêdê pêk tê jî 173 kursî bi dest xistin.
