Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Artêşa Tirkiyeyê ji bo Operasyona Mertalê Firatê 94 roj in ku li Sûriyeyê ye.
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) li El Babê bi DAIŞê re şerî dike û di şerî de leşkerek miriye.
Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku 5 leşkerên artêşê jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya TSKyê şerê bi DAIŞê re dom dike.
Di daxuyaniyê de navê leşkerê mirî nehat eşkerekirin. Di şerê li Sûriyeyê de heta niho 18 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê mirine. (EKN/MB)