Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Sîncanê ya Enqereyê di dema vekirina kargehekê de axivî.
Erdoganî bertek nîşanî wê nûçeyê da ku dibêje wê DYA li Sûriyeyê hêza parastinê ya sînorî ava bike.
Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ya DYA serpereştiya wê dike, aşkere kir ku ew ê bi hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê re li ser sînor hêzeke ji 30 hezar kesan pêk tê ava bikin. Ev hêz wê parastinê bike. Li gorî daxuyaniya Hevyepmana Navnetewî ya li dijî DAIŞê, beşek ji vê hêzê wê li ser sînorê Tirkiyeyê bê bicîkirin. Beşê din jî wê li ser sînorê Iraqê be. Her wiha wê nîvê vê hêzê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk bê. Weke ku tê zanîn YPG serpereştiya HSDyê dike.
Îbrahîm Kalin berdevkê Serokomariyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Tirkiye di çarçoveya berjewendiyên xwe yên netewî de, ji bo ewlekariya xwe wê di standina tedbîran de berdewam be. Di vê çarçoveyê de li hemberî rêxistinên terorê ya ku hedefeke rewa ye, hemû mafê me yê mudaxeleyê heye ku cî, dem û şêweyê wê wê ji hêla Tirkiyeyê ve were diyarkirin.”
Piştî ku li ser sînorî hêzên çekdar ên fermî ên Tirkiyeyê dest bi avêtina topan a ber bi Efrînê kir Erdoganî got ku wê operasyon berdewam bikin.
Serokomar Erdoganî di axavtina xwe ya îro de wiha got:
“Em ne dewleteke konan a ji rêzê ne”
“Çi dikin bila bikin ew ê nikaribin pêşiyê li me bigirin. Em dixwazin ku ev tişt bê zanîn. Helbet hin kes dixwazin aqil bifroşin me. Ê Tirkiye jî dibêje êdî dewsa xwe bizanibe.
“Baş e lê em Tirkiye ne yaw!, Yaw em ne dewleteke konan a ji rêjê ne! Biborînin lê li Sûriyeyê hin kesên qûngemar, radibin û gefan li me dixwin.
“Biborînin hin kesên qûngemar, li Sûriyeyê rabûne û gefan li me dixwin. Dixwazin bi gefxwarinê bihêlin ku Tirkiye eleqeya xwe ji tiştekî nîne.
“Bila biborînin, nizanim PYD ye, YPG ye, DAIŞe. Hûn hemû werin, çi dibe bila bibe em ê bi ser serê we de werin. Niha em bi obûsan lê didin, em ê di lêdanê de berdewam bikin. Ma em ê li bende we bin ku hûn lê bidin?
“Operasyon dibe ku di demeke kurt de dest pê bike”
Ew alên xwe yên yên li bargehên rêxistina terorê daxin da ku em bi xwe neçar nemînin wan alayan radestî we nekin. Ew nîşaneyên li ser terorîstan rakin ku em neçar nemînin tevlî terorîstan wan jî bixin bin erdê.
“TSK wê meseleya Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadekariyên me qediyane . Operasyon dibe ku di demeke kurt de dest pê bike. Paşê wê dor were herêmên din.” (AS/FD)
* Fotograf: Yasîl Bulbul – Enqere / AA