Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Erdheja ku navenda wê Pazarcixa Mereşê ye û bi pileya 7,7ê pêk hatiye, bandor li Sûriyeyê û Rojavayê jî bûye. Di encama erdhejê de li bajarê Îdlib û Ezazê yên Sûriyeyê, bi kêmanî 427 kes mirine. Bi sedan kes jî birîndar bûne.
Li bajarokê Armanazê yê Idlibê avahiyek rûxiyaye. Tîmên parastina sivîlan û niştecihên herêmê dest bi rizgarkirina wan kesan kirine ku di bin avahiyê de mane.
Wezareta Berevaniya Sûriyeyê diyar kiriye ku wan hemû sazî, rêxistin û yekîneyên walîtiyan ji bo rizgarkirina kesan, alîkariya lezgîn, dermankirina birîndaran seferber kiriye.
Bandora erdhejê li Efrînê, bajarê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bajarên Sûriyeyê Idlib, Heleb, Hema, Lazkiye û Reqayê jî bûye.
Her weha li Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî û Iraqê jî erd hejiyaye.
Nûçegîhanên Ajansa Anadoluyê yên li Sûriyeyê piştî erdhejê fotografên herêmê girtine.
Idlib
Ezez/ Heleb
(SD/FD)
Fotografên ji Idlibê: Muhammed Said / AA - Fotografên ji Ezezê: Ömer Alven / AA