Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrî destnîşan kiriye ku bi qetilkirina nûçegihanê ANHAyê Îsam Ebdullah ji hêla Tirkiyeyê ve, di nava 11 salan de hejmara rojnamegerên li Sûriyeyê hatine kuştin derketiye 756an.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah di şeva 19ê Çiriya Paşiyê di encama êrişa hewayî ya ya Tirkiyeyê a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Dêrikê hatibû kuştin.
38 Rojnameger winda ne
Li gorî nûçeya Mujdat Can ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiyaye Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrê têkildarî mijarê gotiye ku bi mebesta ku haya raya giştî ji rastiyan nebe rojnameger hedef tên girtin. Cizîrî, daye zanîn ku di encama êrişên rejîma Esad, DAIŞ, Tirkiye, hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û Rûsyayê de heta niha 756 rojnamegeran mirine û wiha gotiye:
“Heta niha 38 rojnameger li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de winda bûne. Ev komkujî herî zêde jî di bin kontrola rejîma Şamê de çêbûn. 532 rojnameger li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de winda bûn.”
“Heta niha 5 rojnamegerên ANHAyê hatine kuştin”
Cizîrî bi domdarî diyar kiriye ku Saîd, Ehmed, Mihemed Reşo û Îsam Ebdullah ji çend rojnamegerên di demên dawî de ji ber êrişan mirine û wiha pê de çûye: “ANHAyê di sala 2013an de dest bi xebatan kir û ji wê demê heta niha 5 nûçegihanên wê hatin qetilkirin. Rojnameger Dilîşan Îbîş, Rizgar Adanmiş û Hogir Mihemmed dema li Dêrazorê ji DAIŞ’ê direviyan wesayîta wan hat teqandin û hatin qetilkirin, nûçegihanê ÇIRA TVyê Mihemed Hesen Reşo û Îsam Ebdullah jî di encama êrişên dewleta tirk de hatin qetilkirin. Her wiha gelek rojnameger jî di van êrişan de birîndar bûn.”
“Hezar û 450 rojnameger li Rojavayê ne”
Hevserokê YRAyê Cizîrî daxuyandiye ku xebatên rojnamegeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî sala 2011an dest pê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Nûnerên 119 rêxistinên çapemeniyê li vir hene. Di van dezgehan de nêzî hezar û 450 kes dixebitin. Em dikarin bibêjin ku cara ewil e li Sûriyeyê cemiyeteke wiha mezin çêdibe. Ji vê hejmarê zêdetirî 360’an jê xebatkarên çapemeniya azad in.”
Li gorî CPJê 152 rojnameger hatine kuştin
Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), ji sala 2011an û vir ve hejmara rojnamevanên li Sûriyeyê hatine kuştin 152 ye.
Li gorî daneyên CPJê, li Sûriyeyê;
- Di sala 2011an de 2
- Di 2012an de 36
- Di 2013an de 32
- Di 2014an de 19
- Di 2015an de 16
- Di 2016an de 17
- Di 2017an de 10
- Di 2018an de 9
- Di 2019an de 7
- Di sala 2020an de 4 rojnameger hatine kuştin.
(HA/AY)