Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Sûriyeyê dema plana ji bo deh rojan a agirbestê ya Rûsya û Amerîkayê dayî dest pê kirin şeva dî siet 19:00 dest pê kiriye.
Generalê Rûsyayê Sergey Rudskoyî diyar kiriye ku ew ê ji bo çavdêriya li agirbestê balafirên bêajovan bi kar bînin.
Rudskoyî da zanîn ku ew li bendê ne hemî komên muxalif ên Amerîka pişta wan digire, guh bide dema agirbestê.
Esad jê keyfxweş e
Li gor BBCya Tirkî di 10 rojên agirbestê de balafirên Amerîka û Rûsyayê dê hemahengane arîşên asîmanî bibin ser armancan.
Medyaya Dewletê ya Rûsyayê jî daye zanîn ku Esad ji mûzakereyên roja înê li Cenevreyê hatin kirin û Amerîka û Rûsya gihan hevpeymanekê keyfxweş e.
Şêlotî
Li gor BBCya Tirkî ev tişt ne zelal in, şêlo ne.
*Hêj ne dîyar e ka kîjan koma dagırker dê guh bide agirbestê.
*Artêşa Azad a Sûriyeyê bi nameyekê daye zanîn ku ew ê guh bide agirbestê, lê ew di fikarê de ne ku ev dem dê kêrî hikûmetê bê.
*Serokê Dewletê, Esadî çend sietek ji beriya agirbestê got: ‘’Em li ser vê biryarê rijd in ku em ê axa di destên terorîstan de ji wan bistînin û Sûriyeyê ji nû ve ava bikin.
(EKN/MB)