Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sûriyeyê ji Hezîrana 2022an ve nexweşiya kolerayê belav dibe. Heta 21ê Îlonê ji ber vê nexweşiyê herî kêm 39 kes mirine.
Cihên ku nexweşî lê hatine ragihandin Heleb û Reqa li bakur, Laziqiye li beravên Deryaya Spî û Dêrezor e ku li ser sînorê Iraqê ye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihandiye ku li herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de 23 kes ji ber nexweşiya kolerayê mirine.
Li gorî vê yekê, li bakurê wî welatî li Helebê 20 kes mirine, ji bilî mirinan herî kêm 253 kes bi kolerayê ketine.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Midirê Rêveberiya Tenduristiyê Civan Mistefa derbarê rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê de agahî parve kiriye û ragihandiye ku ji 5ê Îlona 2022an heta niha 16 kes mirine û 2 hezar û 867 kesên gumanbar hene ku bi kolerayê ketibin.
Mistefa gotiye ku ev nexweşî ji ber hebûna bakteriya Vibrio di çemê Firatê de derketiye û ava wê gelekî kêm bûye.
Kolera çî ye?
Kolera nexweşiyeke ku zikçûn zêde û akût e û ji ber enfeksiyona rovî ya ku ji hêla bakteriya Vibrio cholerae ve çêdibe pêk tê. Li cîhên ku av û paqijiya kesane kêm in çêbibe. Bi rêya avê belav dibe.(SD/AY)