Fotograf: MA
Polîsan bi ser Şaredariya Qaraçobanê ya Erziromê de girtine û Halît Ûgun, Hevşaredarê Qaraçobanê desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Ûgûn tevlî Yakûp Ûgûn, ajokarê xwe hatiye desteserkirin. Ajansê ragihandiye ku Serdozgeriya Komarî ya Erziromê lêpirsînek daye destpêkirin û Ûgûn, bi tohmeta ku “alîkarî daye rêxistinê” hatiye desteserkirin.
Hevşaredar Ûgûn û ajokar Yakûp Ûgûn birine Midûriyeta Emniyetê ya Erziromê û li vir dest bi îfadegirtina wan kirine.
Piştî desteserkirina Ûgûnî, Îbrahîm Gultekîn, Qaymeqamê Qaraçobanê weke kayûm tayîn kirine.
Ji 65 şaredariyan kayûm avêtine ser 60 şaredariyan
HDPyê di hilbijartina herêmî ya 31ê Adara 2019an de 3 jê bajarên mezin, li 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan şaredarî bi dest xistibû.
Ji 65 şaredariyan heta niha kayûm avêtina ser 60 şaredariyên HDPyî. (FD)