Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan şaredarên Peyas, Bismil, Karaz û Erdîş bi “lêpirsîna li ser rêxistinên terorî” desteser kiribûn. Wezareta Navxweyî ji bo şaredarîyan qeyûm wezîfedar kirine.
Li şûna şaredarê Erdîşê, Yildiz Çetînî, qeymiqamê navçeyê Nuri Mehmetbeyoglu hatiye wezîfedarkirin.
Li şûna şaredarê Amedê, Adnan Seluk Mizrakliyî, qeymiqama Peyasê Kezban Yilmaz hatiye wezîfedarkirin.
Li şûna şaredara Karazê, Rojda Nazlierê hevşaredarê heman şaredarîyê Orhan Ayaz hatiye wezîfedarkirin.
Serdozgerîya Amedê lêpirsînê bi rê ve dibe û biryara desteserkirina şaredaran dabû.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(TP/MB)