Li Sultanbeyliya Stenbolê di konteynira ku karker lê diman de şewat derket û 3 karker mirin.
Li Kolana Saraybûrnû ya Taxa Mîmar Sînanê ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat di konteynira ku karkerên şîrketeke taybet lê diman de derket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê, polês û tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Şewat bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê hat vemirandin.
2 karkerên ku di şewatê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ekîbên tenduristiyê bi ambûlansê birin nexweşxaneyê. Ekîban di lêkolîna li konteynerê de tespît kirin ku 3 karker mirine.
Derbarê şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin
Walîtiya Stenbolê ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:
“Serê sibê di konteynireke fîrmaya taybeta ku karkerên fîrmayê têde diman de şewat detketiye û sê karker mirine. Şewat bi midaxeleya ekîbên agirkujiyê hat vemirandin û di encamê de 2 karker birîndar bûn û 1 jê giran e û karkerên birîndar jî birine nexweşxaneyê. Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.”
(HA/AY)