Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Heskîfa 12 hezar salî ji bo veguhestina mizgefta El-Rizqê ku 610 salî ye ji bo bazirganan 3yê çiriya paşîn a 2019ê wekî roja dawî hatibû ragihandin. Bi kepçe û dozeran dest bi xerakirina sûka dîrokî kirine.
Bazirganan xerakirin bi vîdeoyê kişandine û gotine: “Dema digotin em Heskîfê diparêzin qala vê yekê dikirin”
Hasankeyf'in tarihi çarşısı dozerlerle yıkılıyor.
— Mehmet Kızmaz (@MehmedKizmaz) November 6, 2019
O anları kayda alan esnaf:"Hasankeyf'i koruyoruz dedikleri budur"
Hasankeyfliler gibi esnafı da,onlarca yıl her türlü baskı gördü.Mecbur bırakılarak,pazar zorla çıkarıldı.Kale Sokağındaki çarşının yıkımına da pazartesi başlandı. pic.twitter.com/Bx0AXzBuX8
“Li sûka nû cih nedane hin bazirganan”
Mehmet Kizmazê rojnameger ku li wê derê dijî ji bianetê ragihandiye re:
”Li vir xerakirin jî didome, berxwedana bazirganan jî. Nêzîkî 50 bazirgan çûne sûka nû lê hin kes hene ku li sûka nû cih nedane wan, ew jû lewma li vir mane. Yên mayî dibêjin em ê heta kêlîya dawîyê jî li ber xwe bidin. Hin bazirgan di gel ku li vir dijîn jî ji ber ku nezewicîne wekî Heskîfî nehatine hesibandin û li Sûka nû cih nedane wan. Ew jî li ber xwe didin.”
"Çapemenî manîpulasyonê dike"
“Gelî gelek bertekên xurt nîşanî xerakirinê daye. Li hemberî vê berhemên Selçûkîyan ku jixwe ji berê ve jî hatibû dîtin wek ku niha hatibe dîtin nîşan dane. Lê belê ev berhem jixwe hebûn. Lê wek ku ji ber xerakirinê hatibin dîtin nîşan dane.”
"Û dibêjin em pirtûkxaneyekê jî çêdikin. Dibêjin li vir mirov kêm in lê em dîsa jî pirtûkxaneyan çêdikin. Lê mixabin bi van polîtîkayan kirin ku gel ji vir koç bike. Paşê dibêjin mirov tunene lê me dîsa jî pirtûkxaneyan çêdikin. Çapemenî manîpulasyoneke pir mezin pêk tîne. Lewma ji bo me belavbûna nûçeyên rast girîng e.” (EMK/GN/FD)
* Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye