Fotograf: Komeleya Ses Eşitlikê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Sûdanê biryar daye ku wê êdî cezayê qemçîkirinê nedin LGBTI+yan. Beriya bi çend mehan jî biryar hatibû dayîn ku wê êdî jin neyên sinetkirin. Her weha jin wê bikaribin bi tena serê xwe bigerin.
Aktivîstên LGBTI+ û jinên sûdanî ji van pêşketinan kêfxweş in. Piştî van gavan niha çalakvan bang li hikûmetê dikin ku cezayên girtîgehê jî rake. Li Sûdanê 40 sal in ku biryar li gorî şerîetê tên dayîn.
Rêveberiya nû soza demokratîkbûnê dabû
Piştî rêveberiya Omel El Beşîr, dîktatorê ku ji sala 1989an heta par desthilatdarî di destê wî de bû hate rûxandin, hikûmeta demkî soz dabû û gotibû ew ê demokrasiyê ava bikin.
Li gorî yaseyên berê yên Sûdanê, di tohmeta yeke de mêrên hevzayend bi 100 qemçiyî dihatin cezakirin. Di tohmeta duyem de 5 sal cezayê girtîgehê li wan dihate birîn. Di cara sêyem de cezayê kuştinê lê dibirîn.
Piştî yasa hate guhertin, kesên tohmet li ser hebe, di navbera 5 salan û heta hetayê tên cezakirin. (EMK/FD)
*Çavkanî:Reuters, BirGün, euronews