Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da hêzên ewlehiyê bi tank û çekên giran va çar aliyê baregeha li herêma Kafuriyê ku saloxgêr tê da bûn û teslîmbûnê red dikirin, girt.
Di operasyonê da kontrola baregehê ji destê saloxgêrên bi çekan va li ber xwe didan, hat hildan.
Ji ber bûyerê 43 wezîfedarên îstixbaratê hatin binçavkirin û îstixbarata Sûdanê ragihand ku serhildana mensûbên Şaxa Operasyonan dabû destpêkirin di encama lihevrûniştinê da qediya û saloxgêr tevlî çekên xwe teslîm bûn.
Çavkaniyek eskerî gotibû ku eskerên di Şaxa Operasyonan da cih digirtin ji ber girtina beşê, cih guhertin û biryara teqawîdbûnê îtiraz kirin.
Hin saloxgêrên di bin Şaxa Operasyonan da dixebitîn bi hinceta ku pereyê piştî bi dawîbûna wezîfeya didin wan kêm hesibandin û bi vê hincetê jî li cihên curbecur ên Hartumê, baregehên îstixbaratê û nêzî balafirgehê dest bi protestokirinê kiribûn û gule berî hewayê didan û teslîmî hêzên ewlehiyê nedibûn.
(MB)
*Çavkanî: AA