Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sûdanê lehî rabûye, du hefte ne ku baraneka gelek boş dibare û baranê lehî rakiriye. Wekîlê wezîrê saxlemîyê yê wî welatî, Süleyman Abdulcabbarî ji ajansa fermî ya dewletê SUNAyê re gotiye:
*Ji 18 eyaletan li 16 eyaletan lehî rabûye.
*Zerer li 9 hezar û 260 malan bûye.
*595 mal bi temamî herifîne.
Wezîrî herweha daxuyand ku “ji ber lehiyê 46 welatî xeniqîne.”
Par di heman deman de dîsa li Sûdanê lehî rabûbû û 43 kes miribûn.
(HA/MB)
Çavkanî: AA