Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bijîşkên Sûdanê diyar kiriye ku Yekşemê piştî hêzên dewletê li welatiyan reşandîn heta îro jimara miriyan bûye 60.
Bixwîne - Li Sûdanê derbe çêbûye, El-Beşîr hatiye girtin
Li Hartuma paytexta Sudanê xwenîşander çûne ber deriyê navenda leşkerî. Leşkeran li xwenîşanderan reşandiye. Gelek kes birîndar bûbûn û mirîbûn lê jimarekazelal nebû.
Piştî êrîşa li sivîlan Amerîka, Brîtanya û Norwêcê bi daxuyanîyeka hevpar daxuyandine ku ew êrîşa li sivhilan şermezar dikin.
Çi bûbû?
11ê Nîsanê darbe çêbûbû. Orgeneral Awad Muhammed Ahmed bin Awf, Wezîrê Berevaniyê belavokek xwendiye û gotiye ku Omer el Beşîr ji wezîfê hatiye girtin û hatiye girtin. El Beşîr 30 sal bûn ku serokdewletê Sûdanê bû.
(HA/MB)