Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê aşkere kir ku li welêt bi giştî hejmara nexweşên kolerayê derketiye 14 hezar û 944an.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber nexweşiya kolerayê mirine 473 e.
Li Sûdanê ji ber lehiyê 77 kes mirin
Baran û lehiyên ku ji meha Hezîranê û vir ve bandorê li Sûdanê dikin, bûne sedema belavbûna kolerayê. Rayedarên Sûdanê di 12’ê Tebaxê de kolera wekî nexweşiyek belavker ragihand.
Li Sûdana ku şer dewam dike û pergala tenduristiyê bi bandor naxebite, belavbûna nexweşiyên epîdemîk jiyana mirovan hîn dijwartir dike.
NY: Li Sûdanê bi kêmanî 25 milyon mirov birçî ne
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer û pevçûnên li Sûdanê de ku li cîhanê yek ji welatê ku herî zêde kirîza koçberî û birçîbûnê lê ye, zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, nêzîkî 10 milyon kes koçber bûne û zêdetirî 25 milyon kes hewcedarê alîkariyên mirovî ne.