Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di nûçeyên dawî yên çapemeniya herêmî ya Sûdanê de hatiye ragihandin ku Abdûllah Hamdok, Serokwezîrê Sûdanê ji aliye leşkerên ku nasnameya wan nediyar in ve li malê hatiye zindanîkirin.
Artêşê heta niha tiştek negotiye lêbelê komên demokrasîxwaz banga protestoyên kolanê kirine.
Piştî hilweşandina desthilatdariya demdirêjî ya Omer el-Beşîrî ku 2 sal berê hilweşiyabû, hukumeta demkî hatibû avakirin. Ji avabûna hukumeta demkî heta niha di navbera serokên sivîl û leşkerî de pirsgirêk heye.
Wezareta Enformasyonê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî daye û gotiye ku desteserkirin ji aliyê “hêzên leşkerî yên hevpar” ve pêk hatiye û kesên ku hatine desteserkirin birine “cîheke ku nayê zanîn”
Şahidên bûyeran gotine li Hartûmê, paytexta wî welatî înternet hatiye birîn. Her weha li kolanan dîmenên şewitandina lastîkan ji aliyê girseyekî bi hêrs ve di medya civakî de derketiye holê.
Li gorî agahiyên ku şahidekî daye BBC Newsê arteş û hêzên paramîlîter li tevahiya bajêr hatine bicihkirin û tevgera sivîlan astengkirine.
Firînên navneteweyî hatine rawestandin
Balafirgeha Hartûmê niha girtî ye û firînên navneteweyî hatine rawestandin.
Koma sereke ya alîgirê demokrasiyê ya Sûdanê ji alîgirên xwe xwestiye ku li dijî her derbeyekî leşkerî li ber xwe bidin.
Dezgehên demkî yê leşkerî û sivîl piştî protestoyên kolanan ên ku di sala 2019an de bi mehan berdewam kiribûn û bi hilweşandina desthilatdariya Serokomar Beşîrî re bi hev re biryara didan.
Di navbera artêş û koalîsyona komê - Hêzên Guherîn û Azadiyê ( FFC ) de lihevkirineke parvekirina hêzê hatibû kirin û Konseya Serwer hatibû avakirin.
Hukumeta demkî lawaz bû
Rêveberiya demkî, bi armanca ku hilbijartin pêk were û veguhere desthilatdariya sivîl dê saleke din welat bi rê ve bibira.
Lê belê, peyman ji ber dubendîyên di nav çend komên sîyasî yên hevrik û leşkerî da her dem lawaz dihat dîtin.
Di vê mehê de kesên ku nedixwestin Sûdan derbasî demokrasiyê bibe li Hartûm, paytexta wî welatî daketin kolanan û ji artêşê xwestin ku welat bixin bin kontrola xwe.
Komên demokrasîxwaz gotine ku ev hewldaneke rêxistinî ya artêşê ye ku ji bo dîsa bidestxistina desthilatdariyê.
Pêncşema borî li Hartûmê bi deh hezaran kes ji bo ku piştgiriyê bide hikûmeta demkî xwepêşandan kiribûn.
Ji ber qeyrana aboriyê ya li wî welêtî, desteka ji bo hikûmeta demkî di mehên dawî de kêm dibû. (PT/AY)