Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Sûdanê, şer û pevçûnên di navbera artêşa dewletê û Hêzên Piştgir ên Bilez (HDK) de rû daye, di roja 6an de jî dewam dikin. Roja sêşemê agirbest hatibû ragihandin lê aliyan ew agirbest bicih neanîbû. Ji ber ku şer û pevçûn dewam dikin, sivîlan dest pê kiriye û ji paytext Xartûmê derdikevin.
300 kes mirine
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye ku nêzîkî hefteyekê ye şer û pevçûn dewam dikin û heta niha 300 kes mirine. Ghebreyesusî destnîşan kiriye ku “rewş her diçe metirsîdartir dibe û dilan disotîne”. Li gorî zanyariyên ku Dîrektorî Giştî weşandine, heta niha zêdetirî 3 hezar kes jî birîndar bûne: “Ji ber ku nikarin di nava ewlehiyê de xwe bigihînin elektrîk, xurek, av û personelan û kelûpelên tibî kêm dibin, ne mimkun e ku êdî gelek saziyên tenduristiyê xwe bigihînin bi hezaran birîndarên pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.”
YEyê ji bo agirbestê bang kiriye
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Karûbarên Derve yê YEyê Josep Borrellî jî diyar kiriye ku ew şer û pevçûnên li Sûdanê şermezad kirin û dibe bibin sedema nearamiya herêmê. Her weha Borrellî bang li aliyan kiriye û xwestiye agirbestê ragihînin.
Di 15ê Nîsanê de li paytext Xartûmê di navbera artêşê û HDKyya hêza paramîlîter de şer û pevçûnan rûdabû. (NT/FD)