Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Fuat Oktay, Alîkarê Serokomarî gotiye heta saet 11.00ê hejmara avahiyên ku ziyan li wan bûye 473ê ye. Li gorî daxuyaniya Oktayî, piranî jî dîwarên van avahiyan derizîne û ev jî derzên biçûk in.
Bixwîne - Beşek ji nişcetihên Stenbolê duh şeva xwe li derve borandine
Fuat Oktay, Alîkarê Serokomarî li Navenda Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) beşdarî civîna Plana Xebatên Karesatan ya Tirkiyeyê bûye. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu jî beşdarî heman civînê bûne.
Bixwîne - Amarên destpêkê yên encamên erdhejê: 8 kes birîndar bûne, 3 avahî rûxiyane
Bixwîne - Li Stenbolê bi lerza 5.8ê erd hejiyaye
Fuat Oktay diyar kir ji erdheja ewil heta niha ya herî mezin bi lerza 4,1ê 188 erdhejên biçûk li pev hev çêbûne.
Alîkarê Serokomar Oktay derbarê welatiyên birîndar bûne de jî wiha axiviye: "Piştî erdhejê ji 34 welatiyên me yên birîndar bûne, 10 kes tên dermankirin û 24 welatî jî şandine malê." (AS/FD)
Fotograf: Arda Küçükkaya – İstanbul / AA